Meşa Dirêj a li Yewnanistanê di roja 2’an de ye

Meşa Dirêj a bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Yewnanistanê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê hatibû destpêkirin, di roja 2’an de ye.

Meşa Dirêj a 3 rojan a bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Yenanistan ji bo protestokirina 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 2’an de dewam dike. Meşa bi tevlîbûna dehan ciwanî duh li Lavrîoyê bi sirûda ‘Bi Rêbertî re bimeşe, Faşîzmê Tine Bike’ pêk hatibû.

Ciwanên ku duh di saetên şevê de gihiştin Marco Poloyê vê sibê ji bi posterên Ocalan, alên PKK, KCK, HPG, YPG, YPJ’ê û dirûşman dest bi meşê kirin.

Ciwanên bi sirûdan dest bi meşê kirin, li ser komploya navnetewey û êrîşên dagirker ên Tirk belavok belavkirin.

Di rê de wesayîtan jî bi korneyan û welatiyan jî bi çepikan piştevaniya ciwanan kirin. Ciwan piştî di roja 3’an de gihiştin Qada Syntagma ya Atînayê û şûnde wê bi girseyek hê qelebalixtir bimeşin Sefaretxaneya Tirkiyeyê.