Meşa dirêj a li Viyanayê bi mîtîngekê bidawî bû

Meşa du rojan a ji bajarê ST. Polten ber bi paytexta Ewûstûrya Viyanayê ya bi armanca şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiribû bidawî bû.

Meşa dirêj a ku li bajarê St Poltenê destpê kir, bi beşdarbûan çalakiyan ber bi paytext Viyana ve ji Westbahnhof heta Heldenplatz dom kir. Meş ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li vir siyasetmedarên Kurd Agirî Kobanê û Xalis Sever axivîn û piştre heta Heldenplatzê meşiyan.

Li Heldenplatzê çalakgeran mîtîngek lidarxist û bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî HPG” û “Bijî YPG” berz kirin.

Di mîtîngê de gelek belavok hatin belavkirin û mîtîng bi dirûşmeyan bidawî bû.