Meşa dirêj a li Parîsê ya li dijî komployê bi dawî bû

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hatibû destpêkirin. Meş bi mîtîngekê bi dawî bû.

Meşa bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) sê rojan domiya.

Kurdistaniyan derbarê tecrîd û komploya li ser Ocalan dosye pêşkêşî gelek saziyan kirin.

Piştî meşê li Qada Repûblîqûeyê mîtîngek hate lidarxistin. Hevserokê Meclîsa Navendî ya Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Parîsê Necmettîn Demîralp axivî. Demîralp got ku “Rêber Apo ne bi tenê rêberê gelê Kurd e, ew bûye rêberê hemû bindest û kedkaran.”

Meşa dirêj a li Parîsê bi bangeweziya meşa mezin bi dawî bû ya ku ew ê di 15’ê Sibatê de li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê were lidarxistin.