Meşa dirêj a li Başûrê Fransayê di roja 3’an de ye

Meşa dirêj a li Başûrê Fransayê di roja 3’an de didome.

Kurdên ku ji bajarên Başûrên Fransayê hatin ba hev, di roja 3’an de meşa xwe didomînin.

Meş bi tevlêbûna 143 kesên ji bajarên Marsîlya, Bordeaûx, Montplellîer, Dragûnyan û Toûloûseyê dest pê kir. Îro jî 300 kes tevlî meşê bûn.

Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê jî tên silavkirin û ew ê meş li Marsîlyayê biqede.

Meş li St. Antoîneyê dest pê kir û ew ê heta St. Jolîette ya Marsîlyayê bimeşin. Piştî meşê ew ê mîtîngek were lidarxistin.

Partiya Sosyalîst jî got ‘Heta dawiyê em bi we re ne’ û Ocalan silav kirin.