Meşa Dirêj a ji bo 5 rojan dest pê kir
Ji Heilbronnê heta Strasbourgê bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo “Meşa Dirê”j a 5 rojan dest pê kir.
Ji Heilbronnê heta Strasbourgê bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo “Meşa Dirê”j a 5 rojan dest pê kir.
Ciwanên Kurdistanî yên ji çar aliyên Ewropayê û dostên wan ên enternasyonal ji Heilbronnê heta Strasbourgê bimeşin, beriya meşê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev civiyan û bi mijara Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbera Apo pêk hat semînerek li dar xistin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, sînevîzyona li ser dîroka Komploya Navneteweyî hatibû amadekirin hat pêşandan.
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok ciwanan silav kir û anî ziman ku ew her tim têkoşîna wan re ne. Gok li ser pêvajoya komployê axivî û got: “Em Komploya Navneteweyî ya ku dikeve sala 26’an şermezar dikin û berxwedana Rêber Apo silav dikin. Hêzên hegemonîk hewl dan di şexsê Rêber Apo de gelên Kurdistanê mehkûm bikin. Berxwedana Rêber Apo û gelê Kurd komplo vala derxist. Rêber Apo tevî di bin tecrîdê de ye jî berxwedana didomîne û ji hemê gelan re bûye çavkaniya hêviyê.”
Kurdistanî û dsotên wan ên ku beşdarî civîna gel bûn nêrîn, pêşniyarên xwe anîn ziman û der barê pêvajoyê de nirxandin kirin.