Meşa dirêj a enternasyonalîstan dest pê kir

Enternasyonalîstan ji bo azadiya Ocalan li pêşiya Avahiya Edaletê ya li Luksembûrgê dest bi meşa dirêj kirin.

Enternasyonalîstan ji bo azadiya Ocalan bi şîara ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu, li hemberî faşîzmê em bibin yek’ li pêşiya Avahiya Edaletê ya li Luksembûrgê dest bi meşa dirêj kirin. Ji Emerîkaya Latîn, Îspanya, Îran, Efrîkaya Başûr, Kanada, Ekvador û Giravên Kanaryayê 120 enternasyonalîst tevlî meşê dibin.

‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’

Meşvanan bi Îngîlîzî, Fransî û Elmanî axaftin kirin. Meşvanan diyar kirin ku ew tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin û Şoreşa Rojava silav kirin.

‘DEWLETA TIRK LI GORÎ QANÛNAN TEVNAGERE’

Di teksta çapemeniyê ya enternasyonalîstan de ev tişt hate diyarkirin:

“Ligel ku di raporên CPT’ê de tê diyarkirin, tecrîda li ser rêzdar Ocalan didome. Hê jî hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî pêk nehatiye .

Rêzdar Ocalan ji sala 1999’an û heta niha di bin tecrîdeke giran de ye lê dîsa jî di navbera salên 1999-2004, 2006, 2009 û 2013’an de agirbest îlan kir. Mixabin dewleta Tirk li gorî van agirbestan tevnegeriya, polîtîkaya xwe ya înkar û îmhayê domand.

OCALAN DIKARE HEMÛ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE

Ocalan bi projeya xwe ya konfederalîzma demokratîk ne bi tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, tezên wî dikarin hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike. Parêznameyên Ocalan ji aliyê felsefevanên siyasî yên Ewropayê hatin ecibandin.

Bi kurtasî ji bo doza Kurdan divê Ocalan serbest were berdan, di çarçoveye qanûneke navneteweyî de jî divê statuyek ji Kurdistanê re were dayin. Ji bo çareseriyên aştiyane ji krîza li Rojhilata Navîn re were dîtin, em ê ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê bimeşin.

WÊ 15 KÎLOMETREYAN MEŞ WERE KIRIN

Li gorî biryara komîteyê wê meşa îsal di nav bajaran de were kirin. Wê enternasyonalîst 15 kîlometreyan bimeşin.