Meşa dirêj a ciwanan dewam dike

Meşa dirêj a ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê pêk tê, di roja duyemîn de ye.

Meşa dirêj bi şiyara "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo re azad be" li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê dest pê kir. Roja duyemîn a meşê li Dreîeîch-Sprendlîngenê saet di 09:30'î de dest pê kir.

Meş wê îro li Lûîsenplatz a bajarê Darmstadtê bi mîtîngekê bi dawî bibe.

Çalakger wê piştî mîtîngê biçin Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Darmstadtê. Êvarê wê beşdarî civîna bîranîna gerîlayê HPG'ê Firat Çîçek bibin ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.