Meşa Dirêj a Cenevre-Strasboûrgê di roja 2’an de ye

Meşa Dirêj a Kurdan û dostên wan ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Cenevreyê destpê kiribû di roja 2’an de li Lozanê ne.

Meşa Dirêj a ji aliyê Kurdan û dostên wan ve ku di salvegera 21’ê ya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Ewropayê dabû destpê kirin qonaxa 2’an a li Swîsreyê ji Lozanê destpê kir.

Çalakvanên ku di nav de siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û nûnnerên saziyan jî hene, duh starta meşê ji Cenevreyê destpê kiribû û piştî mîtînga li pêşiya Ofîsa li Neteweyên Yekbûyî pêkanîna panel û konserekê li Cenevreyê bi dawî kiribû.

Îro li qada Parkîng de Bellerîve a li bajarê Lozanê jî saet 12:00’an meşvanên gihan ba hev, ji vir ber bi qada Rîponneyê ve ketin meşê.

Meşa ku li pişt pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû’ hatibû vekirin, tevahiya meşê peyamên daxwaza azadiya Ocalan û yekîtiya netewî dikin, hatin dayîn.

LI SER TECRÎD Û DAGIRKERIYÊ BELAVOK BELAVKIRIN

Çalakvanên ku li pêşiya avahiya ku Kurdistan kire çar parçe a li Oûchîe yê ye kom bûn, li vir çalakiyek kirin. Di çalakiyê de bi zimanê Fransî belavokek hate xwedin û bê navber dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ qîr kirin.

Aktivîtan balavokên ku balê dikişîne ser tecrîda li ser Ocalan û êrîşên qirker û qetlîamên li Kurdistanê belav kirin.

Piştî meşa ku Kurdistaniyên li Lozanê jî bi girseyî tevlî bûn û şûnde li Qada Place de Rîponneyê mîtîngek girseyî hate kirin.

Dîsa wê di saetên şevê de li navenda Civaka Kurd a Demokratîk panelek bê lidarxistin û wê meşa dirêj a qonaxa duyem li Lozanê bi dawî bibe. Sibe wê çalakvan ji paytext Bernê meşê bidomînin.

Çalakvanên ku ji sala 2012’an û vir ve tevlî meşa dirêj a daxwaza azadiya Oclana dike daxuyaniyek da ANF’ê û ev gotin: “Êdî ti wateya Lozanê nemaye. Heta Ocalan azad bibe û statûya Kurdistanê bê bidestxistin wê çalakiyên me bidomin.”