Melenchon ji ber HDP'ê helwest nîşanî hikûmeta Fransayê da
Lîderê partiya La Franca Insoumîse Jean-Luc Melenhon li bara doza girtina HDP'ê helwest nîşanî bêdengiya hikûmeta Fransayê da.
Lîderê partiya La Franca Insoumîse Jean-Luc Melenhon li bara doza girtina HDP'ê helwest nîşanî bêdengiya hikûmeta Fransayê da.
Serokê Koma Meclîsê ya France Insoumîse Jean-Luc Melenchon l ser kampanyaya zextê ya li ser HDP'ê û doza girtina HDP'ê pirsname da Wezareta Karê Derve ya Fransayê û Wezareta Ewropayê.
Melenchon bal kişande ser ku ji hewldana darbeya 2016'an û wir ve 'tasfiye û zext'ên li ser HDP'ê yê Serokkomarê Tirk zêde bûye.
Melenchon girtina wekîl û hevşaredaran bi bîr xist û got: ''Îro Serokkomar Erdogan gaveke dî jî avêt, 17'ê Adarê dozgerekî li Dadgeha Destûrê bi hinceta 'têkoşîna dijî terorê' ji bo qedexekirin û girtina HDP'ê pêvajo da destpêkirin.
Melenchon bi bîr xist heta niha gelek hêzên navnetewî û saziyan bersiv dane gefa girtinê ya li ser HDP'ê û got: ''DYE bixwe jî dengê xwe li Serokkomar Erdogan kir''.
Melenchon bi gotina, ''Fransayê hê bersiv nedaye'' rexne anî ser hikûmeta Fransayê û got: ''Wezîrê rêzdar ji bo ku em nirxên Fransayê bi bîr bixin û ji Serokkomar Erdogan bixwazin ku hurmetê bide demokrasiyê û hemû gelên Tirkiyê bi lezgînî mudahele bikin. HDP divê bijî û aram be.''