Melenchon: Ez berxwedana Leyla silav dikim

Melenchon li resepsiyona li ser armanc û projeyên sala nû ya Partiya Çep a Fransayê axivî, bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Berxwedana Leyla silav dikim. Em ji dil bi te re ne."

Partiya Çep a Fransayê, li ser armanc û projeya xwe ya siyasî ya sala nû resepsiyonek organîze kir û nûnerên Tevgera Jinên Kurd û Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê jî tevlî bûn.

Serokê France Însoûmîse û Parlamenterê Partiya Çep a Fransayê Jean-Lûc Melenchon li resepisyonê axivî.

Melenchon bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Berxwedana Leylayê silav dikim. Em ji dil bi te re ne. Ji ber vê têkoşîna we ya bêhempa em spasiya we dikin. Em jî demokrasiyê li ser bingeha têkoşîna jinê diparêzin. Ji ber vê yekê hûn her hebin Leyla Guven."

Piştre bi navê Partiya Çep a Fransayê hevberdev Danîelle Sîmonnet û Erîc Corcrel axivîn.

Di dawiyê de jî jinên Kurd û jinên ji Partiya Çep posterên Leyla Guven vekirin û gotin, "Leyla Guven bi tenê nîne."