Meclîsa Gel a Kurd şervanê YPG’ê Nordîn Rahîmûk bibîr anî

Komîsyona Malbatên Şehîdan şervanê YPG’ê Nordîn Rahimûk ê 11’ê Cotmeha 2019’an li Girê Spî şehîd bûbû di salvegera yekemîn de bibîr anî.

Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a London, şervanê YPG’ê Nordîn Rahîmûk (Amed  Gever) ê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a 11’ê Cotmeha 2019’an de li Girê Spî ya Rojava şehîd bû bibîr anî.

Komîsyona Malbatên Şehîdan diyarkirin şehîd rêya wan tim ronî dikin.

Komîsyonê anî ziman ku Amed Gever di nava têkoşîna şoreşa Rojava de cih girt, ji bo avakirina sîstema demokratîk û azad kedekî mezin dan.

Di merasîmê de name û nasnameya şehadetê ya ji aliyê YPG’ê ve hatibû şandin bi rêya Komîsyona Malbatên Şehîdan ji bo malbatê ya li Îngîltereyê hate şandin.