Nûçeya Lezgîn: Di demek nêz de wê banga dîrokî ya Rêber Apo di ANF’ê de were weşandin

Meclîsa Gel a Brîtanyayê: Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî CENSUS'ê bibe

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê got, "Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî CENSUS (Serjimartina giştî) bibe ku wê 21'ê Adarê bi dawî bibe."

Di daxuyaniya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê de hate gotin, "Em bang li gelê xwe yê Kurdistanê yê li Brîtanyayê dikin ku tevlî CENSUS (Serjimartina giştî) bibe ku wê 21'ê Adara 2021'ê bi dawî bibe."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Gelekî girîng e ku gelê Kurd ê li Brîtanyayê tevlî sermijartina giştî bibe, li beşa aîdiyeta etnîkî Kurd binivîsînin ku ev yek ji bo danasîna nasnameya xwe gelekî girîng û bi wate ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev yek di heman demê de parçeyek ji têkoşîna wan a bi salane û hate gotin, "Ev helwest wê bibe çalakiya ragihandina îradeya xwe. Bi aliyekî din wê bibe nîşaneyeke xurt a destnîşankirina îradeya xwe li qadên siyasî, aborî, civakî, saziyî."