'Me bi Ocalan re têkoşîna Rojhilata Navîn nas kir'

Li Kolnê bi navê "Jiyanek di oxira azadiyê de û berxwedana Îmraliyê" hate lidarxistin. Di panelê de tecrîdkirina Ocalan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven hatin nirxandin.

Li bajarê Koln ê Elmanyayê panelek hate lidarxistin û Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîka Başûr Leshesa Tsenolî, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê û ji parêzerên Ocalan Ebrû Gunay û Parlamentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan lê axivîn. Salona ku rojnamevan Elîf Sonzamanci moderatoriya wê kir, li salona konferansê ya Konfederasyona Sendîkayan DGB Haûsê pêk hat. Di destpêka panelê de sînevîzyonek ji 10 deqeyan a li ser jiyana Ocalan hate nîşandan.

Piştre Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîka Başûr ê ji Partiya ANC'ê Leshesa Tsenolî axivî. Tsenolî destpêkê silav da beşdaran û got, "Min ji Efrîkaya Başûr silav ji we re aniye" û wiha dewam kir: "Di têkoşîna xwe de em dibêjin Amonka. Tê wateya 'hemû hêza me ji bo gel e'. Ji bo piştgiriyê bidin we û daxwaza serbestiya Ocalan bikin, em îro li vir in."

PIŞTGIRIYA JI BO LEYLA GUVEN

Di panelê de ku çalakgerên greva birçîbûnê ya li Kolnê jî tevlî bûn, Tsenolî diyar kir ku greva birçîbûnê rêbazeke ji bo bala cîhanê bê kişandin û got, "Rêbazeke ku em dengê xwe bigihînin desthilatdaran, dengê xwe yê aştiyê bidin bihîstin."

Tsenolî bal kişand ser tecrûbeya Efrîka Başûr û pêvajoya berdana Nelson Mandela û wiha dewam kir: "Ocalan tecrûbeya Efrîkaya Başûr girîng dibîne. Lewma em spasiya têkoşîna Kurdistanê dikin. Em nivîsên Ocalan dixwînin. Me dengê wî yê aştiyê bihîst. Bi wî dengî me têkoşîna Rojhilata Navîn nas kir. Mandela qala Fîlîstînê dikir û digot, 'Heta ku Fîlîstîn azad nebe, ti wateya azadiya me nîne'. Em jî dibêjin, 'Heta ku Kurdistan azad nebe, ti wateya azadiya me nîne'."

Tsenolî bêdengiya civaka navneteweyî ya der barê tecrîdkirina Ocalan bi bîr xist û got, "Hîn jî qala têkoşîna ji bo azadiya Ocalan nayê kirin. Em hatin vir û em vê daxwaza xwe bi dengekî bilind tînin ziman." Tsenolî li ser têkoşîna Mandela jî agahî da û diyar kir, ew destekê didin çalakiya Leyla Guven û dixwazin tecrîd tavilê bi dawî bibe.

'HER KU TECRÎD TÊ ŞIDANDIN, ŞER GIRAN DIBE'

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê û parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay, di destpêka axaftina xwe de Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir. Gunay got, Îmrali 20 sal in di rojeva wan de ye û wiha bi mijarê daket: "Min parêzerî kir. Min li giravê rûyê tolhildêr ê dewletê dît... Sala 1999'an dema ku porê Ocalan hate qusandin, dema ku destwerdana fîzîkî lê hate kirin û got, 'ez di bîra mirinê de me', îradeya gel xwe nîşan da. Hîn jî heyeteke serbixwe ya tenduristiyê neçûye Îmraliyê. Daxwazên me jî nehatine qebûlkirin.

Radoyeyeke wî hebû. Tenê TRT FM vekirbû, her roj tenê rojnameyek dida wî. Ti carî rojnameya Azadiya Welat nedan wî. Heyeta Îmraliyê dema ku jê re got, 'Di pêvajoya çareseriyê de divê şert û mercên we çawa be' Ocalan got, 'Bila mercên min ên ewlekarî, azadî û tenduristiyê bên misogerkirin ku karibim vê pêvajoyê bi rê ve bibim'. Her ku şer giran bû tecrîd şidiya, her ku tecrîd hate şidandin şer giran bû. Gotina 'em dijberê tecrîdê ne' tê wateya 'em dijberê şer in'. Kurd di azadiya Ocalan de israr dikin. Ji ber ku azadiya Ocalan weke azadiya xwe dibînin. Ji sala 2016'an û vir ve em nizanin bê li Îmraliyê çi diqewime. Mirin, hilweşandin û komkujiyan dest pê kirin. Li gel tecrîda fîzîkî û şer, şerê îdeolojîk jî dewam kir."

'LI ÎMRALIYÊ ZEHMET E KU MIROV HILMÊ JÎ BISTÎNIN'

Parlamentera berê ya HDP'ê Dîlek Ocalan bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide û diyar kir, wê sîstema Îmraliyê bi çavên xwe dîtiye. Dîlek Ocalan got, "Têkoşînê nirxên gelekî mezin afirand. Nirxên ku şehîdan afirandine me li ser piyan digirin. Serok gotibû, 'eger pêvajoya çareseriyê bisekine wê pêvajoya darbeyê dest pê bike'. Ji bo girava Îmraliyê jî digot, 'Hûn bin, hûn nikarin 3 rojan jî li vir bimînin'. Digot, 'Ez di bîreke kûr de me'. Digot, 'Lê ez ê ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe bidim'.

Em meha Tîrmehê çûbûn serdanê. Bi rastî jî zehmet e ku mirov li wir hilmê jî bistînin. Hewa li wir nêm e. Ez niha baştir îradeya Rêbertî fêhm dikim. Li gel mercên neyînî yên fîzîkî û nêzîkatiyên nîjadperestî, gelek pirtûk nivîsand. Pirtûkên wî rêya me ronî dikin. Projeya wî ya konfederalîzma demokratîk, azadiyê datîne ber gelên Rojhilata Navîn."

'CPT BI ERKA XWE RANABE'

Dîlek Ocalan bi bîr xist, Leyla Guven 38 roj in di greva birçîbûnê de ye û got, "Hevala Leyla got, 'Nabe ku hûn polîtîkayeke wiha li dijî lîderê gelekî bimeşînin'. Em têkoşîna hevala Leyla bi rêzdarî dibînin. Bedena xwe li dîj faşîzmê kir sîper.

CPT dibêje, 'Ev ne êşkence ye'. Dibêje 'tecrîd' nîne. Em dibêjin, 'Yên ku bi erka xwe ranabin bila îstifa bikin'. Ev salî bi erka xwe ranabe. 6 milyon mirovî gotin, 'Serok Apo îradeya me ye'. Gelo kî dikare vê îradeyê ji holê rake? Ji ber vê yekê, azadiya Serok Apo azadiya me ye."