Mam Beşîr li Dûîsbûrg, Oldenbûrgê û Berlîn hate bîranîn-NÛ BÛ
Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr bi nasnav Hesen Dotar ê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dayî, li bajarên Dûîsbûrg û Oldenbûrga Elmanayê hate bibîranîn.
Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Beşîr bi nasnav Hesen Dotar ê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dayî, li bajarên Dûîsbûrg û Oldenbûrga Elmanayê hate bibîranîn.
Mam Beşîr sibeha 14’ê Kanûnê li Çiyayê Şengalê, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê li salona xwe ji bo Mam Beşîr civînek a bîranînê lidar xist. Malbata Mam Beşîr û bi dehan kes tevlî bîranînê bû.
Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan a di kesayeta Mam Beşîr de destpê kir.
Li ser navê KCDK-E TJK-E, KON-MED, NAV-YEK KOMAW û PKAN’ê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de teqez kirin ku Mam Beşîr di jiyana xwe ya têkoşînê de, soza ku xeyalên xwe pêk bîne da. Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
OLDENBÛRG
Li Oldenbûrgê jî bi heman armancê bîranînek hate lidarxistin. Xizmên şehîd tevlî bîranîna ku li Meclîsa Gel a Demokratîk a Aûrîchê bûn. Di axaftinên hatîn kirin de soza girêdanbûna bi şehîdan re hate dayîn. Di bîranînê de xebatên Mam Beşîr ên li Şengal û Ewrûpayê jî hatin nirxandin.
BERLÎN
Li paytexta Elmanya Berlînê jî ji bo Mam Beşîr çalakiyeke ya bîranînê hate kirin.
Bîranîn bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Destan ve hate kirin. Di bîranînê de ev hate gotin: "Li hember berxwedana Mam Beşîr a tevahî jiyana xwe da kirin, em ê jî têkoşînê bilind bikin û bidomînin."
Aktivîsta KJA Zozan Serhat jî axivî diyar kir ku Mam Meşîr bi ruhê têkoşîna xwe û firkrê xwe xiste pratîkê.
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyona ji têkoşîna Mem Beşîr li xwe digire bi dawî bû.