Malbatên Kurd ên li Elmanya name ji bo NY’yê şandin
Malbatên Kurd ên li komuna Schloss Holte-Herford a eyaleta Ren Vestfalya a Bakurê Elmanyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) şandin.
Malbatên Kurd ên li komuna Schloss Holte-Herford a eyaleta Ren Vestfalya a Bakurê Elmanyayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan name ji bo Neteweyên Yekbûyî (NY) şandin.
Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dewam dike. Di vê çarçoveyê de malbatên Kurd ên li komuna Schloss Holte-Herfordê dijîn, name ji bo Neteweyên Yekbûyî şandin.
Nameyên ku xîtabî Sekereterê Giştî yê NY’yê dike, îmezyên heman çarçoveyê hatin komkirin jî ji Schloss Holte-Herfordê ji bo NY’yê şandin.
Berdeka Komuna Herfordê Zêdê Şahîn li pêşiya postexaneya ku name lê şand daxuyaniyek da û got: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe, wê çalakiyên dişibin vê berdewam bikin.”