Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Firaz Dag di sala 2’an de ye

Ji bo bîranîna şehîd Mehmet Aksoy li Londrayê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Firaz Dag hatibû vekirin. Di sala duyemîn a vekirina wê de bi 5 branş û 40 xwendekaran dest bi perwerdehiyê hate kirin.

Ji bo bîranîna rojnameger, sînemager û şervanê YPG’ê Mehmet Aksoy (Firaz Dag) ê ku di 26’ê Îlona 2017’an de li Reqayê şehîd bûbû li Londrayê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Firaz Dag hatibû vekirin. Mala piştgiriya ji bo perwerdehiyê dest bi serdema perwerdehiyê kir.

Ji bo zarokên 6-13 salî dersên Matematîk, Îngîlîze, Xîtabet, Koro û Kurdî ders tên dayîn. Bi wesîleya destpêkirina serdema nû çalakî hatin lidarxistin.

Komîsyona Civakî û Înîsîyatîfa Jinên Kurd a girêdayî Meclîsa Gelê Kurd bi dê û bavên zarokan re taştê kir. Di axaftinan de qala feraseta komunal û geşkirina rêhevaltiyê hate kirin.

Koordînatora Mala Piştgiriyê û perwerdekar Sûltan Kigi diyar kir wan ji bo helwest û jiyana şehîd Mehmet Aksoy Mala Piştgiriyê ava kirine û got “Me bi 3 kesan dest bi vê çalakiyê kir, a niha 40 xwendekar, 8 perwerdekar û şêwirmendê jî di nav de em bi 5 branşan perwerdehiyê didin. Em çanda hevaltiyê, feraseta perwerdehiya zanistî, komunal û demokratîk geş dikin.”

Dêya Mehmet Aksoy dayika Zeynep tevlî vekirina dibistanê bû û zarokan bi stranên Kurdî pêşwaziya dayika Zeynep kirin. Dayika Zeynep jî xelat dan zarokan.

Bi wesîleya vekirina Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Firaz Dag Organîzasyona Festîvala Fîlmên Kurd fîlm hatin nîşandan, lîstik hate lîstin û stran hatin gotin.