Linde: Operasyonên Tirkiyeyê bandorê li sivîlan û aramiyê dikin

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde di bersiva ji bo pêşnûme pirsekê de ragihand ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bandorê li ewlehiya sivîlan û aramiyê dikin.

Wekîla serbixwe ya Parlamenta Swêdê Amineh Kakabaveh, têkildarî HDP'iyên ji ber 'Doza Kobanê' hatine girtin, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde kir.

Linde di bersivê de diyar kir ku hem bi rêya Yekîtiya Ewropayê hem jî bi rêya têkiliyên du alî ji rayedarên Tirk re ragihandine ku zextên li ser HDP'ê bi baldarî dişopînin.

Linde got, "Di heman demê de me hevdîtin bi nûnerên HDP'î re kir û min piştgiriya xwe ji bo wan ragihand. Min ev yek di serdana xwe ya dawî de ya li Enqereyê anî ziman. Hikumeta me, bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelekî girîng dibîne."

Linde anî ziman ku ew rewşa li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin û bi taybetî Hevserokên berê yên HDP'ê yên dîlgirtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş weke mînak nîşan da û got, "Me gelek caran xwest ku divê bên berdan."

Li ser êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî Linde got, "Iraq van salên dawî kete bin bandora giran a şer û li gel aloziyên herêmî aramiya wê bi rengekî neyînî bi bandor bû."

Linde got, "Girîng e ku alî hemû hurmetê nîşanî serweriya Iraqê bidin û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin."

Linde bi dewamî got, "Operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li bakurê Iraqê bandorê li ewlehiya sivîlan û aramiyê dikin. Hiqûqa mirovî ya navneteweyî, di mijara parastina sivîlan de daxwazên eşkere destnîşan dikin. Di şerekî çekdarî de alî tenê dikarin li hedefên leşkerî bixin."