Li Zurîhê qirkirina jinê hate protestokirin

Li bajarê Zurîhê di kesayeta Lûîza B. a li pêşiya çavê zarokên wê ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin qirkirina jinan ji aliyê rêxistinên jinan ve bi çalakiyeke hevpar ve hate protestokirin.

Li dijî qirkirina jinan, destavêtin, destdirêjî û şideta li ser jinan li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji aliyê rêxistinên jinan ên koçber û Swîsreyî ve bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Di kesayeta jina bi navê Lûzîa B. ku 26’ê Tebaxê li bajarokê Dîetîkon a girêdayî Kantona Zurîhê ku ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi kêrê li ber çavên zarokên wê hate qetilkirin û qetilkirina jinan bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakiya li Helvetîaplatzê pêk hat. Komeleya Femînîstên Swîsreyî-Kasama, Rêxistina Jinên Fîst, Jina Nû û Tevgera Jina Kurd a Swîsre (Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsre- YJK S) di çalakiyê de axivîn.

Di axftinên li ser navê YJK-S’yê hate kirin de hate gotin hemû şidetên li ser jinê polîtîk in.