Li Zurîhê dagirkerî hate protestokirin
Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiyek hate kirin.
Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Rojava li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiyek hate kirin.
Di saetên şevê de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Femînîst a Navneteweyî (FÎST) satên şevê rêxistinên ciwanên alternatîf a Swîsre, rêxistinên civaka sivîl û Kurdistaniyên li pêşiya stasyona trenê hatin ba hev êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.
Her wiha di çarçoveya kampanyaya Defend Rojava aktivîstên tevgera ciwanên Rîseûp 4 li ser dîwanan nivîs nivîsandin.
Meşa ciwanan a demek dirêj rê li trafîkê girt li Helvetîaplatz bi dawî bû.