TKP / ML, MKP, DKP, TÎKB, MLKP, CDK, Partîzan, KKP, ESU û Aufbau jî di nav de ji aliyê sazî û rêxistinên şoreşgerî ve li qada Stauffacher bi dirûşmeya “Em ê faşîzmê birûxînin, azadiyê bi dest bixin” çalakiyek hate lidarxistin.
Di daxuyaniya hevpar de wiha hate gotin: “Despêkirina hemleya ‘Seferberiya Şoreşgerî’ ya li dijî faşîzmê li Swîsreyê îro em ê li vir despê bikin. Bi yekitiya têkoşîna li dijî faşîzmê em ê xwedî li vê pêngavê derbikevin. Hetanî dîroka 1’ê Gulana 2021’an di çarçoveya têkoşînek hevpar de bê navber bi çalakiyan li dijî faşîzmê di serî de li Swîsreyê û hemû Ewropayê em ê li qadan bin û li dijî vê tarîtiya faşîzmê têkoşîna xwe hevpar bikin.”
Çalakiya ku bi xwendina belavokan dom kirî, bi berzkirina dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Bijî piştevaniya enternasyonal” bi dawî bû.