Li bajarê Kloten ê Kantona Zurih a Swîsreyê bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şahiyek hate lidarxistin. Şahiya ku ji aliyê Komeleya Çanda Rojava ya Swîsreyê hat lidarxistin, gelek nûnerên saziyan û kes beşdar bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Komeleya Çanda Rojava Elî Omer şervanên YPJ, YPG û QSD’ê yên ku mohra xwe li vê şoreşê dan silav kir û got ku Şoreşa Rojava, şoreşa gelan û jinan e.
Siyasetmedar Musa Farisogûllari jî anî ziman ku Şoreşa Rojava li hemû cîhanê deng veda. Farisogullari diyar kir ku li ser hemû herêmên Başûrê Kurdistanê êrîşeke dagirkeriyê heye û wiha got: “Xeta xiyanetê li herçar parçeyên Kurdistanê gelekî pêşketiye. Dewleta Tirk ti carî nikarîbû bikeve çiyayên Kurdistanê. Lê belê ev xeta xiyanetkar pêşengiyê ji dagirkeran dike. Divê partî û saziyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê li dijî vê dagirkeriyê hewlwesta xwe nîşan bidin.”
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê PYD'ê Fuad Omer jî diyar kir ku niha di 101’emîn salvegera Lozanê de ne û wiha axivî: “Bi têkbirina dewleta Tirk a li Başur, wê peymana Lozanê têk biçe. Divê em li her qadê li dijî dewleta Tirk a dagirker têbikoşin. Tenê bi vî awayî em dikarin Şoreşa Rojava biparêzin."
Şahî bi awazên hunermend Kawa Ûrmiyê heta saetên dereng berdewam kir.