Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Zurîch û Wînterhûrê name ji Neteweyên Yekbûyî re hate şandin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kampanya nameyan a ku ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres re tê şandin, li bajarên Swîsreyê dewam kir.

Di çarçoveya kampanyayê de doh li bajarên Zurîch û Wînterthûrê bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî re hatin şandin.

Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Zurîchê, Kurdistanî li ber postaxaneya bajêr a li Schlîerenê li hev kom bûn û bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Zurîchê Zeynal Aydin têkildarî kampanya ku ew li Zurîchê dimeşînin ji ANF'ê re axivî.

Zeynal Aydin diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de wan heta niha ji herêma Zurîchê nêzî 800 name ji Neteweyên Yekbûyî re şandine û ji bo karibin bi hezaran nameyan bişînin wê karê xwe zêde bikin. Zeynal Aydin ragihand ku wê bi navê Meclîsa Gelê Kurd a Zurîchê her hefteyê bi rengekî komî nameyan bişînin.

Kurdistaniyan bi heman armancê li bajarê Wînterthûrê jî bi rengekî komî name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin.