Li Zanîngeha Frankfurtê kursa zimanê Kurdî

Bi hewldana Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) wê di demsala payîz/zivistanê ya pêşiya me de li Zanîngeha Frankfurtê kursa zimanê Kurdî bê dayîn.

YXK û Jinên Xwendevanên Kurdistanê (JXK) jî ji Îlona 2021’an û vir ve bi projeya zimanê kok ya Zanîngeha Goethe û ÛAS-Frankfurtê re di nava hevdîtinan de ne.

Zanîngeha Goethe û ÛAS (Ûnîversîty of Applîed Scîences) cara yekem roja Şemiyê 14’ê Gulanê li Frankfurtê ji bo xwendevanan atolyeya fermî ya Kurmancî li dar xist.

Piştî danûstandin û semînerên ku berdewam dikin, biryar hat dayîn ku zimanê Kurdî di nîvsala bê de li zanîngehê bi awayekî fermî wek kursa zimanê asayî bê dîtin.

YXK-Frankfûrt di van hefteyên dawî de bi şertê herî kêm 15 beşdaran hewl dida ku di mijara girîngiya kursê de zanîngehê îqna bikira.

YXK-Frankfurtê ev daxuyanî da:

“Li Kurdistanê bi sedsalan polîtîkaya qirkirin, asîmîlasyon û sirgûnê tê ferzkirin. Ji bo ku gel ji rastiya xwe dûr bixe, her rê û rêbazê tên bikaranîn. Bi taybetî di van salên dawî de dewleta Tirk a faşîst bi polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê hewl dide gelê Kurd ê ku tevî şer, komkujî û revan jî dest ji nasnameya xwe bernedaye, bi asîmîlasyoneke çandî re wana biyanî bike.

Ji ber wê jî axaftina bi Kurdî di nav gel de hê jî qedexe ye. Em dizanin ku mifteya çand û nasnameyê di ziman de ye û dijmin jî ji bo armancên xwe bi kar tîne. Kurdî li dibistan, zanîngeh û çalakiyên çandî yên wekî şano û konseran hîna tabû û qedexe ye.

Em wek YXK Frankfurtê li dijî vê polîtîkaya asîmîlasyonê dibêjin ku hûn li dîasporayê jî nikarin fêrbûna ziman, çand û nasnameya me asteng bikin! Ji bo parastina nasnameya xwe em ê bixebitin. Li Kurdistanê çi li dîasporayê be. Ji ber vê yekê îro zanîngehên Elmanyayê jî dibin cihê fêrbûna zimanê dayikê.

Di çarçoveya banga me ya ‘Çanda me nasnameya me ye!’ de em bang li hemû komîteyên YXK û JXK’ê dikin ku xwedî li vekirina kursa Kurdî ya li zanîngehan derkevin.”