BI DÎMEN

Li Yewnanistanê li dijî faşîzmê festîval hate lidarxistin

Li Oropos’ê komên demokratîk û antîfaşîst li dijî faşîzmê festîval lidar xist.

FESTÎVALA LI DIJÎ FAŞÎZM Û ŞER

Li Oroposê ku qasî saetekê ji paytexta Yewnanistan Atînayê dûr e, di 12 û 13’ê Tîrmehê de festîvalek hate lidarxistin. Komên demokratîk û antîfaşîst bi dirûşmeya “Antî-faşîst, li dijî şer” festîval organîze kirin û endamên Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê jî beşdarî festîvalê bûn.

Kurdistaniyan di festîvalê de standa pirûk û çandê danîn. Di festîvalê de stranên Kurdî hatin gotin û govend hate gerandin. Pirtûk û broşurên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava beşdaran de hate belavkirin. Her wiha têkildarî sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê jî belavok hatin dayîn.

Di festîvalê de panel jî hatin lidarxistin. Di panelê de têkildarî têkoşînên azadiyê yên li Kurdistan û Fîlîstînê nirxandin hate kirin. Nûnerên Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê jî di festîvalê de cih girtin û têkildarî dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd, Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk û girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya mirovahiyê, axivîn.