Li Yewnanistan, Hollanda û Fransayê ji bo Rojav meşek hate kirin

Li paytexta Yewnanistan Atîna, bajarê Rotterdam ê Hollanda û bajarê Marsîlya yê Fransayê bi hezaran kesên daketin qadna êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

ATÎNA

Li paytexta Yewnanistan Atînayê bi hezaran kesên ji bo 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê daketin qadan meşek girseyî kirin. Li gel Kurdistanan, komên anarşîst û sosyalîst tevlî meşa ji aliyê Navenda Çanda Kurd û Tevgera Ciwanên Şorşger ve hate organîzekirin bûn. Li Qada Syntagma ya li pêşiya Parlementoya Yewnanistan mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de belavoka fermandarê QSD’ê ya têkildarî berxwedana herêmê belav kirin.

ROTTERDAM

Ji bo Roja Rojava ya Cîhanê meşek li bajarê Rotterdam ê Hollandayê hate kirin. Girseya ku saetên danê nîvro li Qada Pleîn 1940’ê kom bû, di navbera wan û polîsan de alozî derket. Li ser nerazîbûna gel polîsan xwe vekişand û dest bi meşê hate kirin. Piştre girseya gel vegeriya heman cihî û li vir mîtîngek kirin. Di mîtîngê de Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen bi rêya telefonê tevlî mîtîngê bû û got: “Bila gelê me û dostên me ji şervanên xwe bawer bin. Heta dagirkeran ji ser axa xwe bavêjin wê berxwedana me di asta herî jor de dewam bike.

Ciwanan di dema mîtîngê de pankarta bi nivîsa ‘Baykot Tirkiye’ li avahiyên li qadê ve girêdan. Mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.

MARSİLYA

Ji bo Roja Rojava ya Cîhanê li Marsîlyayê jî meşek hate kirin. Bi hezaran kesên tevî meşê bûn, Gelek sazî û dezgehên Fransî jî piştgirî dan çalakiyê. Di meşê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Bijî Serok Apo’ hatin qîrkirin.

Piştî meşê li Qada vîeûx Portê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de belavokên êrîş û qetlîamên dewleta Tirk vedibêjin hatin xwendin. Li ser navê NCKD Azad Şirnex axivî. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.