Li Viyanayê protestoya tecrîdê û Kûrz

 Li Viyanayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, serokwezîrê Avûstûryayê Kûrz jî hate şermezarkirin.

Li Mînıretenplatzê ya paytexta Avûstûrya Viyanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Her wiha piştî meşa 1'ê Gulanê Serokwezîrê Avûstûryayê Sebastîen Kûrz Kurdên li Avûstûryayê û saziyên Kurdan sûcdar kiribû ku têkilî organîzasyona terorîst in û krîmînalîze kiribû.

Di mîtîngê de ya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kirî Nurcan Guleryuz danezana ji ber helwesta hikûmetê ya li dijî Kurdan hatibû hazirkirin, xwend û biryara hikûmeta Avûstûryayê ya li dijî Kurdan û saziyên wan şermezar kir.