Li Viyanayê meşa li dijî komployê destpê kir

Meşa du rojan a ji bajarê ST. Polten ber bi paytexta Ewûstûrya Viyanayê ya bi armanca şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir.

Meş îro saet 10:00’an destpê kir. Meşa ku ji aliyê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyana û St. Polten ve hate organîzekirin 50’î kes beşdar bûn.

Meşa li dijî tecrîdê wê herî kêm 25 kîlometreyan bidome.

Beriya meşa du rojan li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya St. Polten civîn hate kirin. Di civînê de komîsyona meşê hate diyarkirin. Beriya maşê tedbîrên polîsan a li pêşiya komeleyê balkêş Bû.

Di destpêka meşê de Hevserokên Civaka Azad a Ewûstûray Xalîs Sever û Nûrcan Guleryuz daxuyanî dan û komploya li dijî Ocalan şermezar kirin.

Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakger bi dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistganê re statû” û pankarta “Ji bo Ocalan greva birçîbûnê” meşiyan. Tevahiya meşê çalakger belavok belav kirin.

Çalakger roja ŞemiYê piştî ku heta Westbahnhofdan Heldenplatz'ê meşiyan wê mîtîngekê lidar bixin. Roja duyemîn a meşê wê saet 13:00’an destpê bike. Organîzasyonên meşê banga beşdarbûnê kirinê. Piştî mîtînga ku were lidarxistin wê li komeleya Viayna civîna gel were lidarxistin.