Li Viyanayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çalakî

Li paytexta Ewistûrya Viyanayê TEKO-JIN û TCŞ'ê û ciwanên antîfaşîst ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ''Bi hev re serhildan'' meşek kirin.

Li Viyanayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan TEKO-JIN û TCŞ'ê çalakî kirin.

Şevê dî ciwan li Wasserwelttê komî ser hev bûn û bi dirûşma ''Bijî Serok Apo'' meşiyan.

Ciwanan posterên Ocalan, alayên PKK'ê û antî-fayê hildan û bi dûyên rengorengo efeksteke dîtbar kirin.

Ciwanan diyar kirin li dijî êrîşên dagirker û qirker li her deverê ew ê berevaniyê li şoreşê bikin û bal kişandin ser berxwedana ku bi asta global li dijî faşîzmê wê hemû ciwanên antîfaşîst re bikin.