Li Viyana û Lîegeyê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Viyana yê Evûstûryayê û li bajarê Lîege yê Belçîkayê Kurdistaniyan Newroz pîroz kirin.
Li bajarê Viyana yê Evûstûryayê û li bajarê Lîege yê Belçîkayê Kurdistaniyan Newroz pîroz kirin.
VIYANA
Li Viyanayê ya ku paytexta Evûstûryayê ye, bi tevlêbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes saet di 17.00’an de li Pêşiya Operaya Dewletê ya Viyanayê hatin ba hev û ber bi Stephansplatzê dest bi meşê kirin.
Di pîrozbahiyê de posterekî mezin ê Mazlûm Dogan, alayeke dirê a Rojava, alayên YPG, YPJ û KCK’ê hatin vekirin.
LIEGE
Li bajarê Lîege yê Belçîkayê jî bi tevlêbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin.
Hunermend Zinar Sozdar, Hemîd Urmiye, Fevzî Evînî û Koma Agirîn derketin ser dikê.
Hevserokê NAV-BEL’ê Davûd Keskîn diyar kir ku Newroza îsal diyarî şehîdên Garê hatiye kirin.