Li Viyana û La Rochelle tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Le Rachelle ya Fransa û paytexta Ewûtûrya Viyanayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hatin protestokirin.

LE RACHELLE

Li bajarê Le Rachelle ya Fransayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û bal kişandina ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li Vîeûx Portê hate kirin. Tevahî meşa heta Saeta Mezin dom kir belavok hatin belavkirin, dirûşmên ‘Leyla ne bi tenê ye’ hatin qîrkirin.

VIYANA

Li paytexta Ewûstûya Viyanayê jî ji bo piştevaniya bi berxwedêrên grevê û tecrîda li ser Ocalan konek hate vedan.  Çalakiya ji aliyê Platforma Li Dijî Tecrîdê Jiyan ve hate organîzekirin, belavok hatin belavkirin û tecrîd hate protestokirin.