Li Valenciayê çalakiyên piştî lehiyê zêde bûn
Li Valenciayê, girseya gel ku ji lawaziya karên rizgarkirin û alîkariyê gazinan dikin, xwepêşandan kir û bi polîsan re şer kir. Di encamê de 3 kes hatin girtin, 30 polîs jî birîndar bûn.
Li Valenciayê, girseya gel ku ji lawaziya karên rizgarkirin û alîkariyê gazinan dikin, xwepêşandan kir û bi polîsan re şer kir. Di encamê de 3 kes hatin girtin, 30 polîs jî birîndar bûn.
Li Valenciayê piştî lehiya ku di encamê de zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji bo îstifakirina rêveberiya herêmî xwepêşandan hatin kirin. Di encamê de 30 polîs birîndar bûn, 3 kes jî hatin girtin.
Nêzî 130 hezar çalakger li hev kom bûn û lawaziya karê rizgarkirin û alîkariyê şermezar kirin. Çalakgerên ku daxwaza îstifaya Serok Carlos Mazon kirin, bi polîsan re şer kirin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên xwecihî, piştî çalakiyan 3 kes hatin girtin û 30 polîs jî birîndar bûn.