Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Toûloûseyê şehîd hatin bîranîn

Sê gerîlayên ku ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê şehîd bûne, li bajarê Toûloûse yê Fransayê hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna gerîlayên bi navê Ferhat Xizginos (Mehmet Yanar), Karasûngûr Kanîreş (Zubeyîr Teymûroglû) û Îsyan Brûsk ku di demên cuda de şehîd bûne, merasîm hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê ya li bajarê Toûloûseyê de, birayê Îsyan Brûsk Emîn Tûran axivî û got ku birayê wî “Şehîdê Kurdistanê ye.”

Tûran ev tişt got: “Birayê min girêdayî Rêbertî û gelê Kurd bû.”

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.