Li Torontoyê tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hatin şermezarkirin.
Li bajarê Toronto yê Kanadayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hatin şermezarkirin.
Li bajarê herî mezin ê Kanadayê, li Torontoyê çalakiyên konvedanê û protestoyên ku ev hefteyeke li dijî êrîş û bombebarana dewleta Tirk a dagirker û ji bo azadiya Abdullah Ocalan dewam dikin, îro bi meşeke dirêj bi dawî bû.
Kurdistanî û dostên wan li avahiya Şaredariyê ya li navenda bajêr hatin ba hev û heta Qada Dundas meşiyan.
Girseya gel bi pankartên “Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan rawestîne, bêdengiyê bişkêne, Rojava bibe qada qedexeya firîna balafiran” û “Rojava biparêze, ji bo Rojava serî hilde” meşiyan û dirûşmên “Terorîst Erdogan” “Şerê Tirkiyeyê li dijî Kurdan rawestîne” berz kirin. Bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Freedom for Kurdistan”, “Freedom for Ocalan”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî Serok Apo” heta qada Dundas meşiyan.
Di çalakiya ku gelekî bala gelê herêmê kişand de, belavokên bi zimanê Îngilîzî hatin belavkirin û derbarê şerê qirêj ê dewleta Tirk a faşîst a li dijî gelê Kurd tê meşandin de agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniya hatî dayîn de, hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst bi êrîşa li dijî sivîlên bêguneh hewl dide têkçûna xwe ya li qada şer veşêre û wiha hate gotin: “Li hemberî MHP-AKP’ê ya faşîst, divê hêzên navneteweyî jî bikevin nava liv û tevgerê. Divê di zûtirîn dem de ev êrîşên li dijî Kurdan bi dawî bibin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin. Divê herêmeke qedexe ya firînê bê ragihandin û pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin.”
Di daxuyaniyê de girtiyên siyasî yên ku zêdeyî 56 roj in di greva birçîbûnê de ne, hatin silavkirin û hate destnîşankirin ku divê di zûtirîn dem de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.