Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li Toronoyê çalakî hat kirin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Toronto ya Kanadayê meşek lidarxistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî kirin.

Çalakî şeva yekşemê li Dûndas Streetê pêk hat.

Ciwanan bal kişandin ser tecrîda mutleq ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Di daxuyaniya li ser navê çalakvanan de wiha hate gotin: “Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Serdanên malbat û parêzeran bê encam dîminin. Dewleta Tirk li hemberî têkçûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, pergala êşkence ya li Îmraliyê berfirehtir dike. Em ê ji bo Rêber Apo her cihê bikin qada berxwedanê. Em bang li hemû ciwanên şoreşger dikin ku di çarçoveya pêngava “Cenga Azadiyê Serbixin” de li dora Rêber Apo bicivin.”

Ciwanan bi piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyan ber bi Qada Phîlîpsê ve meşiyan.