Li Torontoyê aktîvîsta Kurd Elîf Genç bû namzeta parlamenteriyê
Li eyaleta Ontario ya Kanadayê di hilbijartinên pêşwext ên 27'ê Sibatê de akademîsyen û aktîvîsta Kurd Elîf Genç ji Partiya Demokrat a Nû (NDP) bû namzeta parlamenteriyê.
Li eyaleta Ontario ya Kanadayê di hilbijartinên pêşwext ên 27'ê Sibatê de akademîsyen û aktîvîsta Kurd Elîf Genç ji Partiya Demokrat a Nû (NDP) bû namzeta parlamenteriyê.
Elîf Genç ku li Zanîngeha Torontoyê li qada antropolojiyê doktora kiriye û di heman demê de Hevserokat Navenda Civaka Kurd a Kanadayê ye, karên xwe yên ji bo hilbijartinê bi berfirehî dimeşîne. Elîf Genç anî ziman ku li herêmê ji 50 heta 60 hezar Kurd hene, ew dixwaze bibe dengê Kurdan û di heman demê de tevkariyê li têkoşîna demokrasî û kedê ya li Kanadayê bike.
'DIXWAZIM BIBIM BERDEVKA KURDAN'
Elîf Genç têkildarî pêvajoya hilbijartinê daxuyanî da, li ser sedema namzetiya xwe ya ji bo parlamenteriyê got, "Ez li vê derê akademîsyenek im û li Navenda Civaka Kurd a Kanadayê bi navê Kurdan têdikoşim. Bi hezaran Kurd li vê herêmê ne û pirsgirêkên xwe yên cidî hene. Ji ber penaberî, bêkarî û krîzên din em di pêvajoyeke zehmet de ne. Dixwazim ji gelê Kurd re bibim alîkar, ji bo bibim dengê wan ez bûm namzet. Dixwazim tevkariyê li têkoşîna çîna karker bikim û mafên gelê xwe biparêzim."
Genç diyar kir ku ew bûyerên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm û zextê qebûl nake. Genç ragihand ku divê mafên gelê Kurd bêne naskirin û got, "Em dixwazin ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Heta ku mafên me Kurdan bi rastî neyên qebûlkirin, aştî pêk nayê. Eger hikumet daxwaza aştiyê dike divê gavên şênber biavêje."
Genç anî ziman ku di hilbijartinê de ew bi îdîa ye û got, "Ez dengê Kurdan û gelê herêmê dixwazim. Li benda piştgiriya her kesî me."
ELÎF GENÇ KÎ YE?
Elîf Genç ku li Zanîngeha Torontoyê li qada antropolojiyê karên xwe yên doktorayê dewam dike, li ser Tevgera Jinên Kurd û têkoşîna dîasporayê karên akademîk kir. Genç li Torontoyê ji dayik bû û lê mezin bû. Bavê wê ji Batmanê, dayika wê Kanadayî ye. Di temenê ciwantiyê de tevlî nava karên komeleyên Kurdan bû û têkoşîna azadiyê ya Kurd nas kir. Ji 16 salî û pê ve bi rengekî çalak tevlî nava civaka Kurd bû û kar kir. Li ser nasnameya Kurd a li dîasporayê û tevgera jinê karên akademîk kir.