Li Swîsreyê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn

Şervanên ku meha Cotmehê, di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûyîn, li bajarokê Gerlafîngen girêdayî Kantona Solûthûrn a Swîsreyê hatin bîranîn.

Di çalakiya ji aliyê Saziya Malbatên Windahî û Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) û Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) ve li salona Oscar Palace hatî lidarxistin de, wêneyên şehîdên meha Cotmehê û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alayên PKK’ê hatin daliqandin.

Di kesayetên şehîdên meha Cotmehê de ji bo tevahiya şehîdên Kurdistanê û şoreşên cîhanê deqeyek rêz hate girtin. Di axaftinên li ser navê Komîsyona malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) ê hatin kirin de gotin, “Xwedîderketina li mîrasa şehîdan ya ku ji me re hiştine, bi awayê ku em layîqî têkoşîna wan bim, em ê têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.”

 ‘EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERÎ, QETLÎAM Û ÎXANETÊ TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN’

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) Zozan Dêrik jî axivî. Dêrik diyar kir ku her yek şehîdên têkoşîna azadiyê bingehek e û bi bîranîna şehîd Bêrîtan a di 25’ê Cotmeha 1992’an de şehîd bûyî dest bi axaftina xwe kir.

Dêrik wiha axivî: “Bêrîtan îro bûye pêşenga Têkoşîna Azadiya Kurd û têkoşîna jinên cîhanê. Pêwîst e em li dijî polîtîkayên qetlîam, îxanet û nokertiyê yên li dijî gelê Kurd, weke Bêrîtanan xwedî li berxwedaniyê derbikevin. Çi Tirkiye, Iraq, Îran, KDP jî be li dijî van polîtîkayan wê berxwedaniya me bidome. Pêwîst e li gorî soza ku me dayî şehîdan em xwedî li têkoşîna şehîdên xwe derbikevin.”

Hozan Comert jî di bîranînê de axivî bal kişand li ser giringiya bîranîna bi şehîdan re.

Di bîranê de sînevîzyonek li ser şervanên jin ên Kurdistanê û enternasyonalîst ên meha Cotmehê di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûyîn hate pêşkêşkirin. Bîranîn piştî stranên Hozan Comert bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.