Li Swîsreyê şehîd hatin bîranîn

Gerîlayên ku di demên cihê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn li bajarê Bernê yê Swîsreyê hatin bîranîn.

Ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Swîsreyê Endamê Fermandariya Eyaleta Amedê Egîd Şevger (Aydin Şîmşek) ê ku di 18’ê Gulana 2021’an de li Licêya Amedê şehîd bûbû, Çekdar Cûdî (Ekrem Akturk) ê ku di 18’ê Nîsanê de li Metînayê di bomberdûmanê de şehîd bûbû, Bargiran Erkendî (Hasan Guner) ê ku di 20’ê Tebaxa 2020’an de li Heftanînê di bomberdûmana dewleta Tirk de şehîd bûbû, Hakî Gap (Osman Alas) ê ku di sala 2017’an de li herêma Bestayê ya Botanê di operasyona artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû û Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku li hemberî hêzên komploger çalakiyeke fedaî kiribû, hatin bîranîn.

Xizmên şehîdan û bi sedan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.  Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hate destpêkirin.

Nûnerê KOMAW’ê Tahsîn Farqîn diyar kir ku girêdayîbûna şehîdan bi xwedîlêderketina alaya wan a têkoşînê dikare pêk were.  Farqîn derbarê êrişên dagirker û qirkirina li ser gelê Kurdistanê jî got “Dewleta Tirk a dagirker duh li Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê têk çû, lê êrişên xwe didomîne. Dewleta Tirk dizane ku wê li hemberî berxwedana gerîlayan têk biçe û ji ber vê polîtîkaya xwe ya qirêj a li hemberî gelan dixe meriyetê.”

Di bîranînê de xizmên şehîdan jî axivîn û diyar kirin ew ê xwedî li alaya berxwedanê ya şehîdan derkevin.