Li Swîsreyê penaberên bi şewbê ketin li kampê hatin vegerandin

Li kampa penaberan a li Cenevreyê, penaberên ku testa wan a Covîd-19 pozîtîf derket, vegerandina kampê û bi vî rengî di nava lepên mirinê de hatin hiştin.

Yek ji welatên ku pandemiya Covîd-19 bandoreke giran lê kiriye Swîsre ye. Li gorî daneyên Ofîsa Tenduristiay Gel a Federal (OFSB), heta niha 22 hezar 590 kes bi şewbê ketine, 590 kesî jî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên kantonan jî hejmara nexweşan 22 hezar û 164 kes e, ya qurbaniyan jî 820 kes in.

GELO DI NAVA LEPÊN MIRINÊ DE TÊN HIŞTIN?

Şewb roj bi roj belav dibe. Li welêt herî zêde bandorê li penaberan dike ku di rewşeke neparastî û şert û mercên giran de neçar hatine hiştin. Bi rengekî fermî nehatibe eşkerekirin jî, tê gotin ku li piraniya kampên penaberan ên li welêt nexweşên bi vîrûsa koronayê hatine tespîtkirin. Li kampên penaberan ku bi sedan penaber neçar in bi hev re bijîn, rayedaran heta niha tevdîreke cidî negirtine. Lewma mirovên li kampan di nava lepên mirinê de tên hiştin.

Li gel hişyariya gelek saziyên civakî yên sivîl, rayedaran hîn eşkere nekirine ku li kampên penaberan tevdîrên çawa girtine.

YÊN KU TESTA WAN POZÎTÎF E LI KAMPÊ VEDIGERÎNIN

Yek ji bajarên ku herî zêde ketiye bin bandora vîrûsê Cenevre ye. Li kampa Tattes a Cenevreyê testa gelek penaberan a vîrûsa koronayê pozîtîf derket. Penaberên ku diviyabû li karantînayê bihatina bicihkirin, beriya ku bên tedawîkirin li kampê hatin vegerandin. Penaberên ji ANF'ê re axivîn anîn ziman ku li kampê li dijî şewbê ti tevdîr nehatine girtin, ji bo parastina ji vîrûsê dezenfektan jî nedane wan.

PENABERA KURD A KU TESTA WÊ POZÎTÎF DERKET: GEL EM ÇAWA DIKARIN XWE BIPARÊZIN?

Yek ji penaberên ku testa korona pozîtîf derketiye Mîhrîban Temîzer a Kurdistanî ye. Temîzer li nexweşxaneyê teşhîs lê hate danîn ku bi vîrûsê ketiye. Lê belê li şûna ku bê tedawîkirin li kampa penaberan hate vegerandin.

Temîzer ji ANF'ê re axivî û nerazîbûn nîşan da, ku li şûna bê dermankirin li kampa penaberan a ku bi sedan penaber lê ne hatiye vegerandin. Temîzer ragihand, li hin penaberên din ên li kampê jî hatiye tespîtkirin ku bi vîrûsê ne û got, "Ji ber vîrûsê em li odeyên şexsekî dimînin jî gelekî metirsîdar e. Li her qatî bi giştî 12 kes dimînin. Tenê tiwaletek, banyo û mutbexeke van 12 kesan heye. Li deverên ku em bi hev re bi kar tînin, gelo em ê çawa xwe biparêzin? Şert û mercên ku em tê de ne gelekî bêtenduristî ne û ti tevdîr nehatiye girtin."

Temîzer destnîşan kir ku ji ber van şert û mercan nepêkane ew xwe bixe karantînayê û got, "Ji neçarî ji odeya xwe derdikevim, diçim mutbexê, tiwaletê yan jî banyoyê ku qadên hevpar in. Ev yek jî ji bo penaberên din metirsî ye."

Li vê kampa penaberan ku ji gelek blokan pêk tê zarok jî di nav de bi giştî 660 penaber hene.

PENABERÊN LI AÛRAÛ JÎ HATINE TERIKANDIN

Li aliyê din penaberên li kampa Steîn a li kantona Aûraûyê wêne ji ANF'ê re şandin û bal kişandin ser şert û mercên li kampê. Penaberê bi navê M.T. têkildarî mercên li kampê agahî da û anî ziman ku li kampê bi giştî 60 kes dimînin û rayedarekî jî li kampê nîne.

M.T. anî ziman ku li gel şewbê hîn jî ew 5-6 kes li odeyên biçûk dimînin û got, "Kamp ji 3 qatî pêk tê. Li her qatê 20 kes dimînin. Banyo, tiwalet û mutbex bi rengekî hevpar tên bikaranîn. ji bo xwarin, vexwarin û kincan heftane 63 frank didin. Ji ber şewbê tevdîrek nehatiye girtin. Li kampê ne wezîfedarekî ewlekariyê ne jî ne jî rayedarek heye. Berpirsyarê kampê jî tenê hin saetan tê kampê. Şert û mercên em tê de ne nebaş in, lewma em gelekî ditirsin. Em dixwazin ku rayedar tevdîran bigirin."