Li Swîsreyê panela li ser fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê, li ser fikirên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, panel hat danîn.

Panel, ji aliyê Solîdarîtätsgrûppe Syrîen/Kurdistanê ve hat organîzekirin. Profesorê Civaknasiyê yê Swîsreyî yê navdar Ûelî Mäder ku sala 2022’yan xelata Erich Fromm wergirt, tev li panelê bû. Mijara bingehîn a li panelê niqaşa wê hat kirin ‘Konfederalîzma demokratîk, anarko-pasîfîzm û ekofemînîzm’ bû.

Civaknasê Swîsreyî yê navdar Ûelî Mäder ku li panelê axivî, got ku wî vekolîna parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye, xwestiye ku bizane bê ka gava avakirina paradîgmayeke nû, siûd ji kî/ê wergirtiye û ev tişt anîn ziman: “Ez bi hinek nivîs û parêznameyên Ocalan de ketim. Min xwest bizanim bê ka wî kî ji xwe kirine çavkanî û gihîştiye çi encamê. Ez rast li sê têgehên giring hatim. Anarko Pasîfîzm, ekofemînîzm û Konfederalîzma Demokratîk. Ez jî di girtîgehê de mame û ku mirov di girtîgehê de dimîne lîteratur ji bo mirov giring dibe. Ev guherîn, nîşaneya hêz û vebûnekê ye. Mirov bêhtir li xwe dizîvire. Di paradîgmaya nû ya Ocalan de guherîn û veguherîn hene. Ev guherîn, nîşaneya hêz û vebûnekê ye û dike ku bala mirov pir biçe ser. Paradîgmaya nû ya Ocalan ya ji berê cuda ye. Lewma kesayeteke bingehîn e.“

Civaknasê Swîsreyî Mäder diyar kir ku wî li serpêhatiya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nihêrtiye û da xuyakirin ku di pêvajoya girtîgehê ya li Îmraliyê de bi awayekê cidî guherîn pê re çêbûye.

Mäder bi domdarî got: “Ocalan, li Enqereyê Zanistên Siyasî dixwîne. Hingê piştî ku bi demeke kin di girtîgehê de dimîne, têkoşîna ber bi warekê cudatir ve dibe. Bi salan li Şamê dimîne û xebatên xwe yên siyasî li wir dike. Gava şertên wî yên xebatê namînîn, dest bi rêwîtiya Odessayê dike. Ji Yewnanistanê heta bi Rûsyayê, ji Îtalyayê heta bi Kenyayê û herî dawî ji sala 1999’an heta bi niha li Girava Îmraliyê di bin şertên îzolasyonê de girtî ye.

Abdullah Ocalan, di vê pêvajoyê de çi bi pêş ve bir. Divê mirov lê binihêre ku di mijara Pirsgirêka Kurd û bipêşveçûna Tevgera Kurd de çi kirine. Ji fikira dewletê dûr dibe û geşe bi Konfederalîzma Demokratîk dide. Ocalan çawa digihîje vê encamê. Ocalan, li civakên bêdewlet dinihêre. Vekolîna bipêşveçûna civakî ya jinan a hezar sal berê dike. Bi bipêşveçûna hiyerarşiyê de dikeve.

Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan, ne wek ya li Ewropayê ye, li ser xwebirêxistinkirin û birêvebirina yekser a gel e. Teza ‘kêm dewlet û pir civak’ê xurt dike.“

‘OCALAN ROLÊ JINAN BAŞ DIBÎNE’

UelÎ Mäder bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di paradîgmayê misyoneke giring dide jinan û wiha got: “Rolê jinan di demokratîkbûnê de, dibîne. Bipêşveçûyîna tevgera jinan giring e.“

‘BANDORA PARADÎGMAYA OCALAN LI HER KESÎ DIBE’

Ûeli Mäder ku bersiva pirsên beşdarên panelê da, îşaret pê kir ku bandora paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de Rojhilata Navîn, li ser hemû civakê heye û wiha pê de çû: “Bi HDP’ê di hilbijartinê de bi ser ket. Dewleta Tirk ku ev dît, her tişt berovajî kir. Ez ji nêzîkatiya rexneyî ya Ocalan a berpêyî paradîgmaya xwe ya berê jî bi bandor bûm. Çimkî di yên ji kevneşopiya şoreşger tên de, rexne û xwerexenkirin û veguherîna xwe kêm e, Ocalan ev yek pêk anî. Modela Konfederalîzma Demokratîk bandorê li hemû civakên Rojhilata Navîn dike. Ev giring e. Lewre bi vê rewşê, ew li erdnîgariya xwe dibe rêberekê bibandor.“