Li Swîsreyê li dijî faşîzmê banga têkoşîna enternayonalîst hat kirin
Li 4 navendên Swîsreyê li dijî faşîzmê banga têkoşîna enternayonalîst hate kirin û peyamên parastina Rojava hate dayîn.
Li 4 navendên Swîsreyê li dijî faşîzmê banga têkoşîna enternayonalîst hate kirin û peyamên parastina Rojava hate dayîn.
Saziyên demokratîk ên bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) li bajarên Bern, Cenevre, Basel û Zurîh ên Swîsreyê daketin qadan, li dijî şer, faşîzm û nîjadperestiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
BERN
Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê û saziyên şoreşger ên Swîsreyî li Bahnhofplatz paytexta Swîsre Bernê li hev civiyan û heta pêşiya avahiya Sefaretxaneya Tirk meşiyan.
Di meşê de ku bi pêşengiya ADGB’ê bi şîara “ Li dijî şer, faşîzm û nîjadperestiyê têkoşînê mezin bikin” hat lidarxistin, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst hate kirin.
Di çalakiyê de li ser ADGB metna çapemeniyê ya bi zimanê Elmanî hate xwendin û li ser navê saziyên şoreşger daxuyanî hatin dayîn. Piştî daxuyaniiyan, girseyê bi dirûşmeyan dest bi meşê kir.
Girseyê di tevahiya meşê de li cihên girîng rawestiya û daxuyanî da. Girseyê ku piştre ber bi avahiya Sefaretxaneya Tirk meşiyan meşiyan, dema gihiştin Kolana Lombachwegê daxuyanî dan.
Siyasetmedar Ferhat Encu li vir axivî. Encu destnîşan kir çeteyên cîhadîs ên di kontrola dewleta Tirk a dagirker de ji 27’ê Mijdarê ve bi hedefgirtina Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê mirovahiyê dikin û wiha got: “Em gelê Kurd û dostên wan li ku derê bin bila bibin, em ê Şoreşa Rojava biparêzin ku gelê Kurd bi xwîn, can û keda xwe afirand.”
Li ser navê ADGB’ê jî Tuncay Yilmaz axivî û diyar kir ku pêkhateyên ADGB’ê bi hem wextî li dehan navendên Ewropayê daketin qadan.
Girseyê piştî daxuyaniyên li ser navê Komîteya Rojava, saziyên enternasyonalîst, PYD, TCŞ û Teko-JIN’ê, bi dirûşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.
CENEVRE
Navnîşana çalakiya li Cenevreyê bû Qada Nations ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) lê ye. Di çalakiyê de li ser navê ADGB’ê siyasetmedar Alî Orak axivî û destnîşan kir ku li cîhanê şer her ku diçe zêde dibe û wiha got: “DYE û YE amadekariya şer dikin. Li dijî vê yekê li ser banga ADGB’ê gel li gelek navendên Ewropayê daketin qadan. Em li dijî şer, koçberî û faşîzmê li qadan in. Em li Rojhilata Navîn rûbirûyê xeteriya tunekirina gelên Kurd û Filîstînî ne. Ev xeterî li Rojava zêdetir xuya dibe. Çeteyên ku dewleta Tirk piştgirî dide, li Sûriyeyê komkujî dikin. Em ê her tim li dijî şer li qadan bin û dengên wan bidin bihîstin.”
Li ser navê Koma Serhildan Daniel Traub axivî û wiha got: “Dewleta Tirk û çeteyên wî li êrîşî Şorşa Rojava dikin. Me her tim piştevanî da Rojava û em ê bidomînin.”
Piştî axaftinan danezana ADGB’ê ya têkildarî çalakiyê bi Fransî hate xwendin û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
BASEL
Li bajarê Baselê jî li Qada Mitterklibrucke çalakî hate lidarxistin. Li ser navê ADGB’ê siyasetmedar û nivîskar Huseyîn Yeter axivî. Yeter diyar kir ku dewletên emperyalîsyt ji bo mexfaetên xwe yên qirêj ên li Rojhilata Navîn biparêzin, peymanan çêdikin û wiha got: “Şoreşa Rojava yekane temînata mayîndekirina aştî û demokrasiyê ya ji bo gelên Rojhilata Navîn e. Hêzên emperyalîst li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng dimînin.
Piştî axaftina Yeter, li ser navê Komîteya Rojavaj û saziyên şoreşgerî daxuyanî hatin dayîn û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
ZURIH
Saziyên şoreşgerî ku li ser banga ADGB’ê li Qada Stayffacher ê Zurihê li hev civiyan, li vir mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de li ser navê ADGB’ê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Cîhan rûbirûyê xeteriya şerê parvekirina emperyalîst e. Şerên herêmî ên ku li Kurdistan, Filîstin, Sûriye, Ukranya, Yemen û gelek welatên din dewam dikin, her roj zêdetir dibe.”
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hate destnîşankirin ku parastina Şoreşa Rojava bi mezinkirina têkoşîna enternasyonalîst pêkan e.”
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
LOZAN
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lozan ê Swîsreyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava bi meşekî protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê, Meclîsa Jinê ya Lajîn a Lozanê, Partiya Sosyalîst a Lozanê, Partiya Keskan, Partiya Karkeran (POP) SolidaritéS û Sendîka Sud li pêşiya Edliyeya Lozan a li Parka Montbenonê li hev civiyan, heta Dêra Église Saint Laurent meşiyan. Çalakvan tevî baranê jî di tevahiya meşê de bi Fransî dirûşmeya “Piştevaniya bi Rojava re” berz kirin.
Li ser navê çalakvanan nûnerê Sendîka Sud Aristid Praza axivî. Praza diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ’ê ji bo tevahiya cîhanê girîng e û destnîşan kir ku paradîgmaya ku Rêber Apo şert û mercên aştî û pêkvejiyanê diafirîne.
Endamê Konseya Rêvebera Partiya Karkeran (PO) David Payot jî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên li ser Rojava de sivîl û binesaziyên sivîlan hedef digire û wiha got: “Em van êrîşan şermezar dikin. Em ê li dijî van êrîşan li her derê teşhîr bikin.”
Hevserokê Partiya Keskan a Lozanê IIias Panchard jî anî ziman ku armanca bingehîn a dewleta tikr tunekirina Rojava û li her derê cîhanê dostên gelê Kurd hene.
Di çalakiyê de herî dawî endamê SolidaritéS Phillipos C. axaftinek kurt kir. Phillipos C. bal kişand ser girîngiya piştevaniya navneteweyî ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Em bi Kurdan re di nava piştevaniyê de ne. Piştevaniya navneteweyî pir girîng e. Divê em piştevaniyê mezintir bikin. Divê hemû cîhan bi şoreşa Rojava re di nava piştevaniyê de bin.”