Li Swîsreyê ji bo girtiyên greva birçîbûnê çalakiya ‘7000 pankart'

Ji bo bi hezaran girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, wê li tevahiya Swîsreyê çalakiya “7000 pankart” were lidarxistin.

Ji bo 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de bi pêşengiya Jinên Femînîst ên Enternasyonalîst wê ji 6’ê Nîsanê ve çalakiya “7000 pankart” were lidarxistin.

Di daxuyaniya Jinên Femînîst ên Enternasyonalîst de hate gotin; “Me dengê berxwedanê bihîst û em dixwazin vî dengî bidin bihîstin.”

Jinên Femînîst bi bîr xistin ku bi pêşengiya Leyla Guven li tevayî cîhanê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin û got; “Piştevanî wê vê têkoşînê bide dîtin. Di grevên birçîbûnê de 5 mirovan jiyana xwe bi dawî kirin. Gelek girîng e; divê em dengê 7000’an bidin bihîstin.”

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Ji 6’ê Nîsanê ve li tevayî Swîsreyê em ê 7000 pankartan daliqînin; ji bo her çalakgerê greva birçîbûnê pankartek. Divê em hemû hinek tiştan bikin. Em peyamekê li cam, dibistan, cihê kar, bîsiklet, wesayît, pir, lempe û li her cihê ku were dîtin daliqînin.”