Li Swîsreyê dewleta Tirk hate protestokirin

Kurd û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn, êrîşên dewleta Tirk li pêşiya Sefaretxaneya Tirk protestokirin.

Gelek kesên ku duh li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li bajarê Zurîh ê Swîsreyê kom bûn, êrîşên dewleta Tirk ên dagirker ku her diçin zêde dibin, protesto kirin. Çalakiya ku bi pêşengtiya Kurdan hate kirin, dostên Swîsreyî û Tirkiyeyî jî piştevanî kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Kujer Erdogan’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Bê Serok jiyan na be’ hatin qîrkirin.

Di çalakiyê de Kasim Engîn hate bibîranîn û piştî daxuyaniya hate dayîîn çalakî bi dawî bû.