Li Swîsreyê çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê sivan li parkekê li hev civiyan û çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xist.

Li Kantona Basel a Swîsreyê aktivîstên Tevera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî darbeya qeyûm û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê çalakî lidar xistin. Çalakiya bêîteatiya sivîl li parkeke ya navenda Baselê hate lidarxistin û dagirkeriya qeyûm a li dijî îradeya gel hate protestokirin. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsa bi zimanê Elmanî “Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser bajarên Kurdistanê Amed-Wan-Mêrdinê rawestine” hate vekirin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên KCK’ê hatin hildan, bi dirûşmeyan operasyona dagirkeriyê û darbeya siyasî hate protestokirin. Li aliyê din ciwanan belavok jî belavkirin.