Li Swîsreyê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiya

Bi hezaran kesên li bajarê Zurîh ê Swîsreyê li hev civiyan, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Di çalakiya ku îro li bajarê Zurîh ê Swîsreyê pêk hatî de êrîşa dewleta Tirk a li dijî Dayikên Laçikspî hat şermezarkirin.

Bi hezaran kes bi banga Platforma Piştgiriya Grevên Birçîbûnê, li qada Helvetiaplatz li hev civiyan û bi dirûşmeyên, “Wê berxwedana dayikan tecrîdê bişkîne” meşiyan.

Li qada Helvetiaplazê çalakgeran ji bo şehîdên Gulanê merasîma rêzgirtinê pêk anî û piştî wê hevserokê CDK-S’ê Alî Şîmşek, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina tevahiya gelên Rojhilata Navîn e, li dijî paradîgmaya aştiyê pêk hatiye. Bêdengiya dewletên Ewropayê ji ber vê ye. Bi vê helwesta xwe li dijî aştiya Rojhilata Navîn disekinin.”