Li Swîsre û Qibrisê dagirkeriya li Efrînê hate protestokirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Efrînê bi çalakiyan protesto dikin.

Bi çalakiyên li Swîsre û Qibrisê hatin kirin, lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Efrînê hate protestokirin.

Lêkirina dîwarê dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Efrînê li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li ser banga PYD Swîsre li Rathaûsbrûckeyê hatin ba hev mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên ‘Ji lêkirîna dawarê dagirkeriyê ya li Efrînê re na’ û ‘Ji lêkirîna dawarê dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Efrînê re na’ û alên YPG/YPJ’ê û posterên Ocalan hatin hildan.

Di çalakiya belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin de li ser navê PYD Swîsre Abbas Omer axiî û da xuyakirin ku dewleta Tirk û çeteyê DAÎŞ’ê bi sedan sivîl qetilkirin û bajar talan kirin. Omer got: “Dewleta Tirk dixwaze Efrînê ji xaka Sûriyeyê parçe bike û bike ya xwe. Em Kurdistanî li dijî vê dagirkerî û talanê disekinin.”

Omer bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û got: “Divê li her qadê em xwedî li berxwedêrên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê derbikevin û têkoşînê xurt bikin.”

LEFKOŞA

Li paytexta Qibrisê Kefşkoşa li Qada Ledra dagirkeriya Efrîn û lêkirina dîwarê dagirkeriyê ji aliyê PYD’ê û dostên wan ve hate protestokirin.

Parlementerê Partiya Ekolojiyê Yorgos Oerdîkîs, ji Partiya AKEL Vera Polykarpûy û ji Partiya EDEK’ê Nîkolas Hrîstoû û komên Ciwanên Sosyalîst tevlî çalakiyê bûn.

Dostê Kurd Despo Pîlavakî got: “Tirkiye li Efrînê navê jîngehan diguherîne. Gef li mirovan dikin û zilmê dikin.”

Welatiyên Qibrisê li çalakiyê daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Em ê li gel Kurdan cih bigirin, pirsgirêka we ya bi Tirkiyeyê re û ya me heman e. Li dijî faşîzmê em ê bi hev re têbikoşin. Tirkiye destpêkê dagir dike û piştre li ser axa xwe ve dike. Mafê Tirkiye nîne ku li Efrînê dîwar lê dike. Li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”

Çalakî bi xwendina belavok û nîşandan sînevîzyonekê û şûnde bi dawî bû.