Li Swîsre ji bo Rojava şeva piştevaniyê hate lidarxistin

Bi pêşengtiya Wexfa Xezal a li Swîsreyê ji bo Rojava şeveke piştevaniyê hate organîzekirin.

Bi pêşengtiya Wexfa Xezal a li Swîsreyê li bajarê Baselê şeveke piştevaniyê hate lidarxistin. Şeva ku Komîteya Rojava ku ji aliyê Nûnertiya Heyva Sor û Swîsreyiyan ve hate destekkirin, li gel Kurdistaniyan gelek Swîsreyî jî tevlî şevê bûn.

Di şevê de li ser xebatên li Rojava tên kirin hate vegotin. Nûnerê Heyva Sork Gokkhan Çomak jî axivî û li ser xebatên Nûnertiya Heyva Sor a Swîsre ku siberojê ji bo Rojva bê kirin agahî da.

Çomak anî ziman ku divê aktivîteyên ku piştevaniya bi Rojava re xurt bikin bên lidarxistin.

Piştî axaftinan û şûnde hunermendên Navenda Çanda Med derketin ser dikê.