Li Swêdê şevên ji bo piştgiriya Rojava û grevên birçîbûnê
Li bajarên Orebro û Karlstadê yên Swêdê ji bo rakirina tecrîdê û ji bo protestokirina dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Rojava şev hatin amadekirin.
Li bajarên Orebro û Karlstadê yên Swêdê ji bo rakirina tecrîdê û ji bo protestokirina dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Rojava şev hatin amadekirin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemberî tecrîda li ser Rojava li bajarên Orebro û Karlstadê yên Swêdê şev hatin amadekirin.
Di şevan de hate diyarkirin ku di navbera Tirkiye û DYE’yê de bazariyên qirêj tên kirin û armanca van bazariyan jî ev e ku destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava ji holê were rakirin.
Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Swêdê Ridvan Altûn diyar kir ku ji bo li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aştî û îstîkrar pêk were divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were azadkirin. Altûn banga xwedîlêderketina grevên birçîbûnê li Kurdistaniyan kir.
Altûn diyar kir ku gelê Kurd bêyî ku ji hin kesan destûrê bistîne, pergala xwe ava kiriye û tevî gelên din ew ê xwedî li pergala xwe derkevin.
Koma Sîlbûs û Tarî, Beytocan, Mowaffaq Dîzayî û Aydin jî bi stranên xwe piştgirî dan şevê.