Li Barlonge û Osloyê li dijî tecrîdê çalakî

Li bajarê Borlange yê Swêdê û paytexta Norweç Osloyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate kirin.

Bi tevlîbûna gelek kesî di mîtînga hate kirin de, Leyla Guven û 7 hezar  berxwedêrên di greva birçîbûn û rojiya mirinê de hatin silavkirin. Di mîtîngê de belavok hatin belavkirin.

Di axaftinên li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin de hate gotin ku bi berxwedana gelê Kurd a vê pêvajoyê kirî, ber bi serketinê diçin û got: “Wê tecrîd bi dawî bibe, berxwedana me bi encam bibe.”

Mîtîng  bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Zindanan’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Berxwedan Jiyan e’ bi dawî bû.

OSLO

Li Norweçê di çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Kur a Demokratîk ve hate organîzekirin de, berxwedêrên di greva birçîbûn û rojiya mirinê ya ji bo pêkanînên li ser Ocalan didomînin hatin silavkirin û xwedîlêderketin.

Siyasetmedarê Kurd Cemal Serhat ê di çalakiyê de axivî, gelê Kurd dawî li polîtîkayên tinekirin û qirkirinê ya dewleta Tirk aniye.