Li Swêdê komplo hate şermezarkirin

Li bajarên Stockholm,Goteborg û Borlangeyên Swêdê bi çalakiyên hatin kirin Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.

Di saet 13:00’an de li Qada Norra Bantorget bi pankart û dirûşmên daxwazên grevê û komploya li ser Ocalan şermezar dikin meş hate destpêkirin.

Di tevahî meşê de dewleta Tirk hate şermezarkirin û axaftinên daxwazên şikandina tecrîdê dikin hatin gotin. Her wiha belavok hatin belavkirin.

Li Qada Norrmalmstorgê li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêd û KNK’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de komplo hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên ji Västerås, Orebro, Uppsala, Gävle hatibûn jî piştgirî dan çalakiyê.

GOTEBORG

Ji bo şermezarkirina komplo û tecrîdê bi sirûda ‘Ji bo aştî û azadiyê meşa dirêj, ji Ocalan re azadî’ saet 10:00’an meşek ji Qada Hammarkûllenê ber bi navenda bajar ve destpê kir. Di axaftinên çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Goteberg û Komîteya Rojava ve hate kirin de, bang li hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku li dijî tecrîdê bikevin nava tevgerê.

BORLÄNGE

Ji bo balkişandina ser berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasboûrg û Tirkiyeyê ku li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bidin rêveberê şaredariyê, serdana şaredariyê hate kirin.

Kurdistaniyên bi midûrê şaxa Şaredariyê Jan Bohman, Kenneth Persoon, Monîca Lûndîn û Karîn Orjes re civiyanî, dosyaya ku binpêkirinên mafê mirovan a li Tirkiyeyê û asta tecrîda li ser Ocalan heyî li xwe digire radestî rêveberan kirin. Daxwaza hate kirin ku platforma ku 32 şaredariyên Dalarna li xwe digirin li ser tecrîdê bên agahdarkirin û bibin xwedî helwest.

Midûrê şaxê anî ziman ku li gel gelê Kurd in, ji bo şikandina tecrîdê wê bikevin nava hewldanan.