BI DÎMEN

Li Stuttgart û Bordeaûxê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin

Li bajarên Stuttgart ê Elmanyayê û Bordeaûx ê Fransayê tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin.

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê, Kurdistanî û dostên wan li Rotebûhlplatzê hatin gel hev û bertek nîşanî êrîşên dagirkerî û xiyaneta PDK'ê dan.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stuttgartê Mesût Aram Daghan û Pervîn Azadî daxuyaniya çapemeniyê xwendin.

Hevserok Mesût Aram Dagan daxuyaniya KCDK-E'yê xwend û li dijî êrîşan banga berxwedanê ya topyekûn kir. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Efrînê hatin şermezar kirin û wiha hat gotin: “Tifaqa AKP-MHP’ê di êrîşên îmhayê yên li ser gelê Kurd de têk çûye.  Dewleta Tirk bi desteka PDK’ê van polîtîkayên xwe didomîne. Em bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê dikin divê li her derê li dijî polîtîkayên dagirkerî, xiyanet û qirkirinê bi xurtî rabin ser piyan.”

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgartê Pervîn Azadî daxuyaniya KON-MED'ê xwend û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî bi bîr xist. Pervîn Azadî destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê îlhaqkirina tevahiya Kurdistanê û têkbirina paradîgmaya jiyana bi hev re ya Abdullah Ocalan e û anî ziman ku ev paradîgma wê gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiyê azad bike.

Polîsên Elman di dawiya çalakiyê de bi hinceta ku dirûşme berz kiriye xwest ciwanê Kurd binçav bikin.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê jî bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li ber Grand Théâtre mîtîng hat lidarxistin. Gelê Fransayê eleqeyek mezin nîşanî mîtîngê da.

Di mîtîngê de daxuyaniyên çapemeniyê yên du zimanî hatin xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya raya giştî ya cîhanê hat rexnekirin. Hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji van polîtîkayan e û banga mezinkirina têkoşînê li her kesî hat kirin.